Li Iraqê Meclîsa Xwepêşanderan hate avakirin

Li bajarê Basrayê yê Iraqê ev hefteyek e xwepêşandan heye û ev xwepêşandan li bajarên din ên li başûr jî belav bûn. Bi van xwepêşandanan re Meclîsa Xwepêşanderan hate avakirin.

Ev hefteyek e li bajarên Basra, Bexda, Necef, Kerbela, Zûkkar, Mîsan, Babîl û Hîlleyê yê Iraqê xwepêşandanên protestoyê tên lidarxistin. Xwepêşander polîtîkayên ekonomiyê, hejarî û bêkariyê protesto dikin û dixwazin rêveberiya leşkerî were ser kar.

Bi protestoyan re îro Meclîsa Xwepêşanderan a Iraqê hate avakirin. Li ser navê meclîsê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ji dêvila saziyên ku hatine hilbijartin bila leşker werin peywirdarkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bila li Iraqê rêveberiyeke leşkerî ya were ser kar a ku fermandarên leşkerî yên azadîxwaz di nav de ne, parlemento û meclîsên eyaletan bila were feshkirin, divê were qedexekirin ku rêveber neçin derveyî welat,ji dêvila waliyan bila leşker werin peywirdarkirin, ewlehiya sînor û navxweyî teslîmî artêşê were kirin û hemû wezaret têkevin bin fermana wezareta parastinê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xwepêşander bêyî ku bi tu partî û hikumetê bicivin, divê ev daxwaz pêk werin.