Li Iraqê hilbijartinên eyaletan 6 mehan hatin paşvexistin

Li Iraqê hilbijartinên eyaletan 6 mehan hatin paşvexistin

Encûmena Wezîrên Iraqê, di civîna xwe de biryara paşvexistina hilbijartinên Meclîsên Eyaletan da.

Encûmena Wezîrên Iraqê dûh li ser mijara hilbijartinên Meclîsên Eyaletan civînek li darxist. Piştî civîn bi dawî bû beyannameyek hate belavkirin ku, hilbijartinên Meclîsên Eyaletan 6 mehan hatine paşvexistin. Hilbijartinên ku wê di 6’ê Nîsanê de bê eyaleta Kerkûk û Herêma Kurdistanê pêkhatiban, ji ber rewşa ewlekariyê û pevçûnên navxweyî yên Iraqê hatine paşvexistin.