Li Iraqê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine bû 214

Li gorî bîlançoya ku Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê belavkirî îro hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine zêde bûye û gihiştiye 214 kesan.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê îro derbarê rewşa nexweşiyê daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de bi baldarî qala erk û şêwazên xweparastinê ya li hemberî vîrusa Koronayê kir û welatiyan hişyar dike ku ji malên xwe dernekevin. Ji ber ku bîlançoya hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde bûye. Hejmara herî dawî ya kesên ku bi vîrusê ketine bûye 214 kes û 17 kes jî mirine.

Wezaretê her wiha diyar kir ku tîmên tendirûstiyê erkên xwe yên kontrolkirinê didomînin û welatiyan xwest ku şêwazên xwe parastinê bi cih bînin.