Li Iraqê 12 polîs û leşker hatin kuştin
Li Iraqê 12 polîs û leşker hatin kuştin
Li Iraqê 12 polîs û leşker hatin kuştin
Li Iraqê, di encama êrîşên çekdarî de li gorî çavkaniyên ewlekarî û nexweşxaneyê 12 polîs û leşker hatin kuştin.
Li başûr rojhilatê paytext Bexdayê, komeke çekdar îro danê sibê avêtin ser qereqoleke artêşê ya li bajarê Madaînê. Di encama êrîşê de yek jê albay 5 leşker mirin, 3 leşker birîndar bûn.
Li nêzî bakurê Tîkrîtê jî saet di 07.30 de, dema polîsan cemed dikirîn, li gulereşandinê rast hatin û di encamê de 4 polîs mirin. Tê gotin, hêzên ewlekariyê bi rêk û pêk blokên cemedê dikirin û ji xwe hênik bibin dibin nuqteyên kontrolê.
Li eyaleta Diyala ya li bakurê paytext Bexdayê jî, dewriyeke leşkerî ya li Muktadiye digeriya rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de 3 leşker mirin.
Wekî din, li bendera bazirganiyê ya Ûm Kasr ya li başûrê welêt, bombeyek li parkekê hatibû bicihkirin, teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.