Li Îngîlîstanê ji bo Kobanê xebatên dîplomasiyê didomin

Li Îngîlîstanê ji bo Kobanê xebatên dîplomasiyê didomin

Di çarçoveya xebatên dîplomasiyê yên bi armanca piştevaniya Kobanê bi Serokdewletê Galler, Carwyn Jones û Parlamenterê Partiya Karkeran Andy Love re hevdîtin hat kirin.

Li Galler Kurdistanî ji bo Kobanê di çalakiyê de bûn. Nûnerên girseyê bi Serokdewletê Galler, Carwyn Jones re hevdîtin kirin û jê soza ku wê di van mijaran de bikevin nava hewldanan girtin.

Li paytexta Cardîff a Galler, bi sedan Kurd hatin cem hev û xwestin bikevin parlamentoyê. Kurdên ketina wan a parlamentoyê hate astengkirin, çalakiya xwe li ber parlamentoyê kirin.

BI PARLAMENTERÊ ÎNGÎLÎZ LOVE RE HEVDÎTIN

Nûnerê KNK’ê yê Brîtanyayê Akîf Wan û endamên Şaredariya Îslîngtonê Ayşegul Erdogan îro li herêma Edmonton a Londonê bi Parlametnerê Partiya Karkeran Andy Love re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Kobanê hate ragihandin û piştre  hat xwestin ku daxwazên Kurdan li Parlamentoya Qraliyeta Yekbûyî bînin ziman.

Piştî hevdîtinê komeke Kurdistaniyan li ber buroya Parlamenter Andy Love Edmonton daxuyanî dan. Parlamenter Andy Love di daxuyaniya xwe de got ku wî daxwazên wan guhdar kiriye û wê di vî alî de hewl bide.”