Li Idlibê pevçûn
Li Idlibê pevçûn
Li Idlibê pevçûn
Li bajarê Meeret El-Numan ê girêdayî parêzgeha Idlibê di navbera hêzên rêjîma Baas û komên DAIŞ'ê de pevçûn derketin. Hate gotin ku kuştî û birîdnarên herdû aliyan çêbûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, şevê din li bajarê Meret El-Numan ê Idlibê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) şer rû da. Hate gotin ku di pevçûnan de kuştî û birîdnar ên herdû aliyan çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate ragihandin ku hêzên rêjîmê herêmên şer topbaran dikin.
Li aliyê din çavkaniyan ragihand ku li bajaroka Meret Dibisa ku di navbera Idlib û Humsê de ye di navbera hêzên Rêjîmê û DAIŞ'ê de pevçûn derketine 2 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.