Li Îdirê 2 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin

Li Îdirê 2 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin

Li Îdirê, bi hinceta tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bûye, kesekî lê dihat gerîn hat girtin. Di serdegirtinên malan de jî 2 kes hatin binçavkirin.

Li Îdirê, welatiyê bi navê Agît Yelbakan ku bi hinceta tevlî çalakiyên protestokirina DAIŞ'ê bûye der heqê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, hat binçavkirin û radestî Edliyeya Îdirê hat kirin. Dozgeriyê ji bo girtinê ew radestî dadgehê kir û dadgehê Yelbakan girt û şand Girtîgeha girtî ya Îdirê.

Li aliyê din, polîsan duh bi şev avêtin ser hin malên li taxên Emek û Karaagaç ên navenda Îdirê. Di operasyonan de Firat Bozkûrt (18) û Erşan Bozkûrt (19) hatin binçavkirin.

Hat ragihandin, ku binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê tên ragirtin.