Li Hindistanê wehşeta tecawîza komî ya nû
Li Hindistanê wehşeta tecawîza komî ya nû
Li Hindistanê wehşeta tecawîza komî ya nû
Li Hindistanê jina turîst ya ji Swîsreyê, bi hevjînê xwe re ji bo gerê çibû Hindistanê û rastî tecawîza komî hat.
Li gorî agahiyên rayedaran dane bûyer li eyaleta Madhya Pradesh, Orchha ku wek bajaraoka peretgehê tê nasîn, pêk hatiye. Turîsta 39 salî ya ku bi hevjînê xwe re bi bîsîkletê ji Orchha derket rê, ji bo ku şeva xwe derbas bikin li daristaneke nêzî gundekî kamp ava kirin û li wir rastî tecawîza 8 kesan hat.
Koma ku li her du xistin, amûrên wan dizîn û tecawîzê jina 39 salî kirin. Jin û mêrê ku bi alîkariya gundiyan rakirin nexweşxaneyê, îfade dan û polîsan der barê bûyerê de 7 kes binçavkirin. Polîsan diyar kirin ku, kar û barê îfade girtinê ya van kesan didome.
Wek tê zanîn li Hindistanê di 16’ê Kanûna 2012’an de jina 23 salî ku xwendekara zanîngehê di otobusê de rastî tecawîza komî hatibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bû. Ji ber vê bûyerê jinên li welat daketin qadan û bûyer protesto kirin.