Li Hindîstanê hişyariya bahozê
Li Hindîstanê hişyariya bahozê
Li Hindîstanê hişyariya bahozê
Li Hindîstanê tê payîn ku di nava rojê de bahoza ku di saetê de hêza wê digihêje 210-220 km pêk were. Li welat hişariya lezgîn hat dayîn. Artêşê bi deh hezaran kes veguhestin.
Li Hindîstanê servîsên meteorolojî diyar kir ku bahoza Pailin nêzî peravên rojhilatê welat bûye, hişariya lezgîn da. Artêş ket tevgerê û 440 hezar kes veguhestin. Li vê herêmê di felaketa sala 1999’an de 8 hezar kesî jiyana xwe winda kiribû.
Di saetên şevê de tê payîn ku bahoz li eyaletên Orisa feqîr û Andra Pradeş bide. Tê texmîn kirin ku li gel bahozê baranên dijwar û pêlên sê metreyî derbas dikin çêbibin.
Operasyonên peravên Paradip hatin rawestandin û ji bo masîvanan fermana vegera peravan hate dayîn. Bi teybet cihê ku herî zête tê payîn jê bandor be, li derdora bajarê Gopalpur bi deh hezaran kes hatin tahliyekirin.