Li Hewlêrê jina 17 salî agir berda bedana xwe

Li Hewlêrê jina 17 salî agir berda bedana xwe

Li bajarê Hewlêr jina ku di temenê xwe biçûk de hatî zewicandin , ji ber pirsgirêkên malbatî agir berda bedena xwe  û piştî hefteyek di nexweşxaneyê de ma, jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Hewlêr li taxa Gulan jina 17 salî ya bi navê Ala Ferhad ku di temenê 16 salî de ji aliyê malbat û xizmên wê ve hatibû zewicandin,  zarokek wê hebû. Hefteya derbasbûyî li mala xwe agir berda bedena xwe û piştî hefteyekê li nexweşxaneyê  ma jiyana xwe ji dest da.

Der barê buyerê de malpera Warvîn, ji kesek nêzîk malbata wê jinê agahî wergirtiye û nûçeyek belav kiriye. Li gorî xizmên wê  diyar dikin; “Roja 10’ê Îlonê ji ber pirsgirêkek malbatî li mala xwe ya li taxa Gulan ya Hewlêrê gaz li bedena xwe kiriye û agir berdaye bedena xwe.”

Li gorî Wezareta Parastina Mafê Jinan Jîlemo Ebdulqadir: “ Polîsan li nexweşxaneyê  gotinên dawî yên Ala Ferhad girtine. Hate zanîn ku Ala Ferhad ji polîsan re gotiye ‘hevserê min limin xistiye û ji bo wê min xwe şewitandiye.”

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dûh hevserê Ala ji aliyê dadgehê ve li gor madeya 408 ya qanûnênIraqê ve hatiye binçav kirin û lêkolîn dane despêkirin.