Li Hewlêrê dîsa depoya çekan a PDK’ê şewitî!
Li bajarê Hewlêrê vê sibê dîsa depoya çekan a hêzên ewlehiya (Zerevanî) PDK’ê şewitî.
Li bajarê Hewlêrê vê sibê dîsa depoya çekan a hêzên ewlehiya (Zerevanî) PDK’ê şewitî.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, vê sibê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê depoya çekan a hêzên ewlehiya PDK’ê şewitî. Li gorî agahiyan şewat saet 4’ê sibê destpêkir û hê jî didome.
Di sala derbasbûyî de heta niha sê çaran di depoya çekan ya hêzên ewlehiya PDK’ê de şewat çêbû. Tê gotin ku ew şewata bi zanebûn ji aliyê hin kesên girêdayî wan ve tê kirin da ku li ser çekên ku ji hêzên navdewletî girtine û di bazarên reş de firotine bigirin.
Firotina çekên Elmanî bi taybetî Mîlano ji aliyê fermandarên PDK, ê ve dewletên rojavayî di milê alîkariyên lojistîkî de ji bo pêşmergan, xistiye nava fikaran. Hinek ji van çekan sala derbasbûyî de li bajarê Mûsil û derdora Kerkûkê li gel DAIŞ’êê hatibûn dîtin. Kanada du meh berê ragihandibû ku wê desteka xwe ji bo hêzên pêşmerga bisekinîne û her wiha berdevkê xwe yê ji Hewlêrê derxîne.
Dizî û firotina çekan, piştgiriya çekan a hêzên navdewletî ji bo pêşmergeyan di bazarên reş de bûye rojeva sereke ya medyaya herêma Kurdistanê jî lê heya niha li ser van îdayan fermandarên PDK’ê tu bersivek nedaye.