Kêmendamên kû 31 roje di gireva birçîbûnê de ne bi rayedarên herêmê re hevdîtin çêkirin û wê biçin li Silêmaniyê çalakiya xwe bidomînin heta bersivê ji rayedarên Hukumeta Herêmê digrin. Berdevkê encûmenê weziran û nûnerê encûmenê weziran bi me re hevditin çêkir.
Piştî ku kêmendaman çalakiya xwe ya greva biçrîbunê ku roja 29an de anîna bajarê Hewlêr, li ser vê esasî hat zanîn ku ji alyê Encûmena Wezîran a herêma Federal a başûrê Kurdistanê ve bersivek erênî jib o wan hatiye dayîn.
Kêmdaman dan zanîn ku her çiqasî bersivek yan jî sozek ji bo me hatibe dayîn jî lê belê, heya ku di aliyê pratikê de ev soz pêk neyê wê çalakiya xwe dewam bikin. Li ser vî bingehî kêmendamên ku îro 31 roje di çalakiya greva birçîbunê dene, wê çalakiya xwe dîsan li bajarê Silêmaniyê dewam bikin.
Li ser navê kêmendaman Arî mihemed jî dazanîn ku ku wana daxwaz ji hikûmetê kirine da ku alîkariya maddî ya wan zêde bikin û wiha dewamkir. Neteweyên Yekbuyî ji me re gotin pêwîste hun gazind û daxwazên xwe bibin gel hersê serokatiyên herêmê. Li ser vê bingehî me ji NY daxwaza hevditinê ku bi hukmet ê û nunerên din re bike kiriye. Herî dawî Arî got Encumena Wezîran a herêma Federal a başûrê Kurdistanê li gorî yasayan nêzîkatî ji bo wan nîşa ne kirye û daxwaz ji Neteweyên Yekbuyî kirin ku li hemberî vê yekê xwedî helwestbin.