Li Hewîcê şer: 10 mirî, 20 birîndar
Li Hewîcê şer: 10 mirî, 20 birîndar
Li Hewîcê şer: 10 mirî, 20 birîndar
Komek ji çekdaran êrîşî navenda polîsan a li navçeya Kerkûk Hewîcê û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Komek ji çekdaran îro danê sibê avêtin ser navendeke polîsan a li navçeya Kerkûk Hewîcê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama pevçûna li vê derê ya di navbera çekdar û polîsan de 10 ksan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne.
Hat îdîakirin ku di nava birîndaran de mirovên sivîl jî hene.
Li gorî agahiyan, çekdaran 2 wesayîtên bombe barkirî li navenda polîsan teqandine û rê li ber ziyaneke mezin a madî vekirine.