Li Heskîfê talana dîrokî: Hemama Artûklûyê hate barkirin

Li Heskîfê Hemama Artûklûyê ya 650 salî ji ber ku ewê di binê ava Bendava Ilisû de bimîne veguhestin Heskîfa Nû ya ji aliyê TOKÎ’yê ve hatiye çêkirin. 

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê Hemama Artûklûyê ya 652 salî ku bi qasî giraniya 500 tonî ye, ji ber ku wê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne, bi amûra “SPMT” a 256 tekerê wê hene hat veguhestin. Hemam veguhestin Parka Çandî ya Heskîfa Nû ya ji aliyê TOKÎ’yê ve hatiye çêkirin. Veguhestinê nêzî 3 saetan dom kir. Hemam birin kêleka Turbeya Zeynel Beg a ku par veguhestibûn Heskîfa Nû. 

MERASÎMA DIBIN DORPÊÇÊ DE

Ji bo veguhestina Hemamê merasîm pêk hat û leşker û polîsan tedbîrên zêde girtin. Ji bilî xebatkar û protokola fermî kes tev li merasîmê nebû. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî jî tev li merasîmê bû. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî wiha got; “Beriya niha me Turbeya Zeynel Beg bar kir niha jî em Hemama Artûklûyê bar dikin.”