Li Heskîfê li hemberî avakirina bêhuqûqiyê berxwedan berdewam bike

Li Heskîfê li hemberî avakirina bêhuqûqiyê berxwedan berdewam bike

Tevî biryara darazê jî çêkirina Bendava Ilısû ya wê Heskîfa ku abîdeya dîrok û çandê ya 12 hezar salan e di bin avê de bihêle bi awayekî bêhuqûqî berdewam dike. Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan li Tirkiyeyê ku qet di nenaskirinê de sînor nayên naskirin her tişt di sultaya AKP’ê de berdewam dike.

DÎSA Û JI NÛ VE KAMPANYA

Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê Recep Kavuş, ji bo biryara Daîreya 14’emîn a Şêwirmendiyê bikeve meriyetê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Kampanyaya ku hefteya borî destpê kir, li ser sîteya web a bi navê change.org  berdewam dike. Kavuş, da xuyakirin ku ji bo Wezareta Hawirdor û Daristanê biryara dadgehê pêk bîne û çêkirina Bendava Ilisû rawestîne dest bi kampanyayê kirine.

ARMANC 10 HEZAR ÎMZE

Tê gotin ku di vê kampanyayê de armanc 10 hezar û îmze ye û bang li kes û saziyên eleqedar tê kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna ji bo Heskîfê.