Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Hate zanîn li nêzî navenda leşkerî ya Artêşa Sûriyê ya li bajarê Hesekê bombeyekî hatiye teqandin. Di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin îro saet di 12.00’an de bombeyek di nava kisê çopê de hatibû bicih kirin, li nêzî navenda leşkerî ya di nava sûka bajêr de hate teqandin. Hate gotin ku di teqînê de 3 welatiyên sivîl ku li nêzî cihê teqînê bûn birîndar bûne.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê.