Li Herêmên Parastina Medyayê coşa Newrozê
Li Herêmên Parastina Medyayê coşa Newrozê
Li Herêmên Parastina Medyayê coşa Newrozê
Newroza ku weke serhildana gelê Kurd û cejna azadiyê tê binavkirin bi tevlîbûna sedan zêdetir gêrîlayan hate pîroz kirin. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan di pîrozbahiyê de axivî û got: “Ev pêvajoya ku Rêbertiya daye destpêkirin, bi çi awayî di be bila bibe, em bi hemû hucre û pratîka xwe li gel rêbertiya xwe ne. Tu hêz dê nekare bi çi awayî me ji xebat Rêbertiya me dûr bixe.”
Li Qadên Parastina Medyayê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de ji Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan, endama meclisa YJA-Starê Çîçek Botan, ji fermandarên YJA-Starê Nesrîn Berî Amed, ji fermandarên HPG’ê Omer Cûdî û Şêxmûs Malazgirt jî di nav de ji sedan zêdetir gêrîla tevlîbûn.
Gêrîlayên Kurd hemû Kurdistaniyên ku Newroza sala 2013’an bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” bi hewayê serhildanê pîroz kirine silav kir.
Kemal Garzan di destpêka axaftina xwe de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hemû gelên ku aşitî û azadiyê dixwazin û gêrîlayên tevlî merasimê bûne pîroz kir û wiha got:
“Kawayê Hesinkar bi çekuçê di destê xwe de bi awayekî efsanewî li hemberî zulma Dehaq serî hilda. Ev yek jî baş tê zanîn ku, gelê Kurd her tim di nava serhildanê de bûye. Yê ku çanda demokrasiyê avakirine û pêş de birine dîsan gelê Kurde. Lê mixabin yên ku bi feraseta Dehaqan ji bo serê zarokên Kurd bişûn, tune bikin û ji bo tunekirina Kurdan her tim bi polîtîkayên îmha û înkarê êrîşî gelê Kurd kirine. Her çendî ku li dijî gelê Kurd siyasetekî li ser bingehê zor û tundiyê dabe meşandin jî, gelê Kurd tucarî dest ji berxwedana xwe bernedaye û paşde gav ne avêtiye. Her demê berxwedana xwe bilind kiriye.”
Garzan da diyarkirin ku, di dîroka gelê Kurd de her tim serî li hemberî zalim rakirine. Garzan anî ziman ku, şehîdên azaidyê ku tekoşîna azadiyê bilind kirine û bedenên xwe bi agirê Newrozê re kirine yek, bêy ku yek saniyeyekê jî ji baweriya bi Rêber APO û gelê Kurd dudiliyê bikin xwe feda kirine û wiha berdewam kir:
“Rêhevalê me Mazlûm Dogan bi baweriya xwe ya bi Rêber APO û gelê Kurd li dijî zilma Dewleta Tirk ya faşîst bedena xwe bi agirê Newrozê re kir yek, ji bo gelê Kurd, PKK’ê û hemû gelên azadî û demokrasiyê dixwazin pêvajoyekî mîladî da destpêkirin. Ji ber vê careke din PKK’ê ji bo gelê Kurd agirê Newrozê gur kir. Gurbûna agirê Newrozê PKK’ê, Rêber APO û Mazlûm Dogan pêkanî.”
Garzan di axaftina xwe de behsa pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin kir û ragihand ku, di çi şert û mercan de be biryara Rêber APO biryara wane û wiha axivî:
“Îro li rexmî ku Rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye jî tucaran hêviyên azadiya gelê Kurd pişt guh nekiriye û berxwedanek mezin nîşandaye. Bi vê berxwedanê Rêbertiya me pêvajoya çareseriya demokratîk daye destpê kirin. Ev pêvajoya ku Rêbertiya daye destpêkirin, bi çi awayî di be bila bibe, em bi hemû hucre û pratîka xwe li gel rêbertiya xwe ne. Tu hêz dê nekare bi çi awayî me ji xebat Rêbertiya me dûr bixe. Li ser vî bingehî çi biryara ku Rêbertiya me dide biryara me ye. Biryara HPG’ê ye. Biryara şervanên HPG’ê ye. HPG bixwe fedayiyê Rêber APO ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Garzan da zanîn ku, her roj ji bo gelê Kurd Newroze, “Wek çi deman çênebûyî gelê Kurd xwediyê destkefityên mezine, ji vê rojê şûnde jî dê deskeftî qat bi qat zêdetir bibin. Gelê Kurd êdî li Rojavayê Kurdistanê, Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê xwedî tekoşînekê ye. Êdî dizane dê çawa bigehe azadiyê. Rêbertiya me derfetên azadiyê afirandine. Gelê me her roja ku diçe hîn bêhtir nêzî azadiyê dibe. Em jî weke Milîtanên HPG’ê bi hemû fikir, pratîk û fikra xwe li gel rêbertiya xwe ne. Ji bo em banga rêbertiya me bicih bînin tişta ji destê me tê em dê zêdetir bikin.” Garzan di dawiya axaftina xwe de dubare cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gelê Kurd, hemû gelên azadî û demokrasiyê dixwazin û gêrîlayên di merasimê de pîroz kir.
Piştî axaftina Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan gêrîlayan cejna hevdu pîroz kirin.
Di berdewamiya merasimê de çalakiyên çandî yên ji aliyê gêrîlayan ve hatibûn organîzekirin hatin pêşkêşkirin û li derdora girê Newrozê govend girêdan. Di pîrozbahiyê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” hatin qîr kirin û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG’ê xwe li ser agirê Newrozê re avêtin.