Li herêma Serhedê li dijî vîrûsa Koronayê ti amadekarî nehatiye kirin

Bandora vîrûsa Koronayê ya li Herêma Serhedê hêdî hêdî derdikeve holê. Li herêma Serhedê bi dehan kes mirin, xeteriya nebesiyên sistema tenduristiyê her diçe mezin dibe.

Li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mêrdînê tedbîrên pir hatine girtin, lê li Kurdistanê gel terkî qedera wê hatiye kirin. Li bajarên Kurdan bi qasî pêwîst ne sîstema tenduristî û ne jî doxtor hene, herî zêde vê pirsgirêkê bajên Serhedê hene.

Li Agirî, Bedlîs, Qers û Îdirê heta niha bi dehan kes mirine. Li bajarên ku bi qasî pêwîst nexweşxane nîne, sewqî Erziromê tên kirin, ev jî rê li ber mirina ruhî vedibe.

Li gorî agahiyên ji Serhedê hatin girtin rewşa dawî ya vîrûsa Koronayê wiha ye:

BEDLÎS

Serokê TTB’ê yê Bedlîsê Osman Fatîh Şanli got: “Li Bedîsê bi kêmanî 20 kes ketine vîrûsê. Nexweşên bi vîrûsê ketine li nexweşxaneya pendamîn a Tetwanê tên dermankirin. Bi awayekî giştî ji sedî 90 li gorî pîvanan tevger tê kirin. Heta niha li taxek nehatiye karantînakirin.”

QERS

Li Qersê heta niha 5 kes mirine. Nêzî 30 kes jî bi vîrûsê ketine. Li gundên Turkmen, Hanlar Geçîdî ên girêdayî Dugor û Gundê Benlî Ahmet a Selîmiyê di karantînayê de ne. Li bajarokê Sunsuz ê Qersê jî malbatek di karantînayê de ye. Ji ber nebûn sîstema bergiriya li dijî vîrûsa koronayê ya li Qersê kesên bi koronayê ketine sewqî Erziromê tên kirin.

ÎDIR

Îdir a cîranê Qersê ye jî bi metirsiya vîrûsa Koronayê re rû bi rû ye. Li Îdirê ya ku heta niha 3 kes lê mirin, tê diyarkirin ku vîrûs ji kesên derveyî welat hatine belav bûye. Li Îdir a ku heta niha 19 kes bi vîrûsê ketine ji ber nebûn amûrên pêwîst ên li nexwexaneyê, nexweş sewqî Erziromê tên kirin. Herî zêde li gundan vîrûs bandora wê heye, li navenda bajar ev rewş hê aramtire.

AGIRÎ

Li Agiriyê heta niha têkildarî mirî û nexweşan ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Piştî ku erkdarên tenduristiyê yên li kampên sehra ya li deriyên sînor hatibûn danîn ketin û şûnde agahiyên kesên li Bazîdê jî bi vîrûsê ketine derketin holê. Heta niha li Bazîdê ti gundek nehatiye karantînakirin. Li Agiriyê tu kes dernakevin. Li Bazîdê ti sîstemeke ya tenduristiyê nîne. Kesên li Bazîd û Agiriyê bi vîrûsê ketine sewqî Erziromê tên kirin.