Li herêma Elegazê li ser pirsgirêkên gel civîn hate kirin

Şewra gelê Kurd ên Ermenistanê û Komîteya Kurdistanê li herema Elegezê civîna keyeyan a li ser pirsgirêkên civakî pêk anî.

Herêma Elegezê ji 11 gundan pêk tê. Keyayên gundan, dîrektorên dibistanan, rewşenbîrên herêmê tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ji aliyê Serokê Şewra Gelê Kurd Kinyazê Hemîd û li ser navê gel û berpirsyarê Komîteya Kurdistanê jî Jînya Qadir ve hate birêvebirin.

Di civînê de pirsgirêkên gel bi awayekî giştî hate destgirtin. Bi taybet li ser mijarên pirsgirêkên xizmetgûzarî,

perwerdehî, dîsa di demê dawî de hinek kes di bin navê perwerdehiya ziman de bi armanca parçekirina civakê, pirsgirêkên mîna Êzdatî û Kurdatiyê hate rawestandin. Di civînê de hate destnîşankirin ku

zimanê li herêmê tê dayîn zimanê dayikê zimanê Kurdî ye, lê hinek dixwazin li şûna wê dixwazin Êzdatiyê bi kar bînin. Di vê mijarê de nerazîbûnê berbiçav hatin nîşandan.

Di dawiya civînê de hate xuyakirin ku divê hê zêdetir rêvberiyên saziyan ji bo xizmetkirina gel kar bigirin ser xwe.