Li herêma Çelaxa 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Çelaxa 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Çelaxa 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Di pevçûnên ku li gundê Til Elo, Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de didomin de 2 şervanên din ên YPG’ê jiyana xwe ji dest da. Di pevçûnên serê sibehê de jî 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gundê Til Elo Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de didomin. Di pevçûnên li gundê Til Elo yên serê sibehê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hate ragihandin ku di pevçûn ku li hersê gundan bi dijwar dom dikin de 2 şervanên din ên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Hate gotin ku ji êrîşkaran jî gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.