Li her derê dengê ‘NA’ bilind dibe
Li Agirî Riha û Enqerê ya ku xebatên referandûmê didomine, serdanên gel dewam dikin, bi aktivîteyên cuda xebatên ‘NA’ yê dewam dikin.
Li Agirî Riha û Enqerê ya ku xebatên referandûmê didomine, serdanên gel dewam dikin, bi aktivîteyên cuda xebatên ‘NA’ yê dewam dikin.
AGIRÎ
Rêveberên HDP, DBP û TJA’yê, yên ku xebatên xwe yên ji bo “Na” didomînin li taxa Fatîh a Agiriyê belavok belav kirin. Bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Oztûrk xebatkar çûn taxê û ji aliyê welatiyan ve bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazî kirin. Jinên li pêşberî malê paqijî dikirin û li sûkê bûn, rêveber pêşwazî kirin hincetên xwe yên “Na” vegotin.
Welatiyên taxê yên li derdora Oztûrk kom bûn gazincên xwe yên ji ber tayînkirina qeyûm vegotin û diyar kirin ew ê di sindoqan de bersiv bidin desthilata ku dest daniye ser vîna wan. Ciwanan jî fikarên xwe yên derbarê pêşerojê de anîn ziman û welatiyên derketin pêşberî wesayîta “Na” jî diyar kirin ku ew naxwazin şahidiya mirinan bikin û girîngiya “Na” vegotin.
RIHA
Yek ji navendên ku HDP xebatên referandumê lê dimeşîne jî Riha ye. Parlamentere HDP’ê yê Rihayê Îbrahîn Ayhan û heyeta ligel wî bi dikandarên Pirsûs û Bêrecûkê hatin cem hev û belavokên “Na” belavkirin. HDP’iyên ku li navçeyê eleqeyek mezin jêre hatin nîşandan, bal kişandin ser girîngiya “Na”. Heyeta li Bêrecûkê sûka sewzeyan ziyaretkirin piştre li taxên Karşiyaka û Zeytînbahçe çûn serdana konên sersaxiyê.
ENQERE
Komek jinan ên ku li Parka Guven a Enqereyê hatin cem hev, gelek balonên li ser “Na” hatibûn nivîsandin firandin. Dema balonên bireng ên ku welatiyan bi eleqedar lê dinêrin difiriyan asîman jinan bi dengek bilind gotin “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dibêjin Na”.
Jinan dema balon berdan asîman bi hev re strana “Sarayi başina yar yar yikar da gideriz” “ Em ê qesrê bi serê te de hilweşînin û biçin” gotin. Piştre jinan banga bihêzkirina eniya “Na” li welatiyên derdorê kirin.
Li qadê xenaya ‘Na’ ya jinan li destê xwe da bal kişand. Jinan gotin “Ji bo di referandumê de Na derbikeve çi ji destê me bê em ê bikin.”