Li hemberî xwendekaran êrişa bi kêr

Li hemberî xwendekaran êrişa bi kêr

2 xwendekarên Amadeyiya Pişeya Tendûrîstî ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê a Tepecîkê staj dikirin hatin kêr dayîn.

Xwendekarên Amadeyiya Pişeya Tendûristiyê bi navê Buse Hilal Bayrak û Bûşra Baysal ku ji aliyê kesekî nasnamaya wî ne diyar ve di dema li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê a Tepecika Îzmîrê staj dikirin de hatin kêr dayîn. Xwendekarên ku li beşa lezgîn a nexweşxaneyê tên emeliyat kirin, xeteriya rewşa wan dewam dike. Kesê êrişkar jî ji cihê boyerê reviya.