Li hemberî şîddeta Polîs ‘rawestiyane’
Li hemberî şîddeta Polîs ‘rawestiyane’
Li hemberî şîddeta Polîs ‘rawestiyane’
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî şîddeta polîsan gihiştin astên cuda. Çalakiya ‘Rawestinê’ ya şevê din ji aliyê kesekî ve hat destpêkirin di demeke kurt de berfireh bû. Li pêşiya hin saziyên medya yên di çalakiyên Parka Gezî de li hemberî wan nerazîbûn çêbûn jî çalakî pêk hatin.
Çalakvanekî ku bi saetan berê xwe dabû Navenda Çandê ya Ataturk a li Qada Taksîmê û li ser linga rawestiyabû şêwazekî nû yê protestokirinê da destpêkirin. Hunermendê Performansê Erdem Gunduz ji bo destwerdana polîs a li hemberî Parka Gezî protesto bike şevê din li Qada Taksîmê 8 saetan bê ku hereket bike li ser lingan ma.
Şêwazê çalakiyê ji bo proteskirina şîddeta polîsan ji gelek kesan re bû îlham. Ligel Taksîmê li Beşîktaş, Kadikoy, Îzmîr û li gelek navendên din çalakiyên rawestînê pêk hatin. Li pêşiya hin saziyên medya yên wek Grûba Weşanê ya Doguş û hwd. yên di dema çalakiya Parka Gezî de ji ber helwesta wan nerazîbûn li hemberî wan çêbûn jî çalakî hatin organîzekirin.
Li Enqereyê jî ji bo Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Parka Gezî de bi gulleya polîsan jiyana xwe ji dest da jî heman çalakî pêk tê. Di çalakiya ku ji aliyê Pispora Ragihandinê Yonca S. a 44 salî li Parka Guven saet 01.00’ê şevê hat destpêkirin rastî eleqeyeke mezin tê û gelek kes beşdarî çalakiyê dibin.
Wekîlên BDP’ê jî li Meclîsê ‘rawestiyan’
Koma BDP’ê ya Meclîsê bi armanca piştgiriyê, di Desteya Giştî ya Meclîsê de 5 deqîqeyan çalakiya rawestînê li dar xist.