Li hemberî qetilkirina jinan nerazîbûn

Li hemberî qetilkirina jinan nerazîbûn

Aktîvîstên “Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin”, li hember zêdebûna qetilkirina jinan di demên dawî de ku tu tedbîr nayên girtin nerazîbûn nîşandan û daxwaz kirin ku beriya jin bên qetilkirin divê bên parastin û cezayên herî giran bidin kujeran.

Aktîvîstên “Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin”, bi sedema ku di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûne li Guvenparkê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de ligel pankarta  "Ji bo parastina jinan dewlet were ser wezîfeyê”  wêneyên jinên ku ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin hatin hildan. Di çalakiyê de timûtim dirûşmayên “Em ê mafê jiyana xwe bi dest bixin”, "Ji jinan re edalet, ji qatilan re muebbet  "Em ê cinayetên jinan rawestînin” hatin berzkirin û Endama Platformê Canan Çelîk, anî ziman ku di nav hefteyekê de du jin ji jiyanê hatine qutkirin û wiha berdewam kir:  "Di tevahiya têkoşîna xwe de me dît ku, nêzîkatiyên bêciddiyet ên dûrî aqilan ên dewlet û hêzên ewlekariyê bûne sedema qetilkirina xwîşkên me. Ji ber vê sedemê  qatil edî li ber navenda polîsan dikarin bi rehetî cinayetan bikin.”

Çelîk di axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîst e  jin bên parastin, cezayên herî giran bidin qatilan û got "Divê dewlet di mijara qetilkirina jinan de gavên hîn berbiçav biavêje.”