Li hemberî buroya HDP'ê ya Altinova êrîşa çekdarî

Li hemberî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li navçeya Yalova Altinovayê, êrîşeke çekdarî hat kirin.

Li hemberî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li navçeya Yalova Altinovayê, êrîşeke çekdarî hat kirin.

Di êrîşê de 4 fîşek li camên navenda hilbijartinê ketin. Di dema êrîşê de ji ber ku kesek ne li buroyê bû, tiştek bi kesî nehat.

Piştî ku êrîş hat bihîstin, rêveberên HDP'ê û namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Yalova Nîzamettîn Ozturk û Aynûr Erbay çûn cihê bûyerê û bi rayedarên emniyetê re hevdîtin kirin.

Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê der barê êrîşê de raporek amade kir. Hat ragihandin ku tevî êrîşê jî merasîma vekirinê ya buroya hilbijartinê wê îro bi awayekî girseyî were kirin.