Li hember êrîşên li dijî HDP’ê ji Swêd nerazîbûn
Rêxistinên civaka sîvîl ên li Swêd, daxuyaniyeke nivîskî weşandin, êrîşên li hember HDP’ê şermezar kirin û xwestin tavilê failên êrîşan derkevin pêşberî darazê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên heman roj û heman saetê yên li Edene û Mersînê li hember HDP’ê pêk hatin ne tesadûfî ne.
Saziyan got: “Bi van teqînan re êrîşên li hember HDP’ê gihiştine şêwazekî nû. Hatiye xwestin ku komkujî bê kirin…
Li pişt êrîşan AKP û dewlet heye, ji ber ku Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê got, "Em wan deveran li serê wan hilweşînin!" û em dizanin ku Erdogan bi xwe HDP kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de êrîşa li hember HDP’ê bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin ku wê piştevaniya bi HDP’ê re hê zêdetir bibe.
Di daxuyaniyê de îmzeya van sazî û komeleyan heye:
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd, Meclîsa Jinan a Kurd a Amara, Federasyona Elewiyan a Swêd, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan, Kongreya Gel a Mezopotamya, Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamya ya Stockholm, Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotomya û Komeleya Piştevaniyê heye.