Li Helebê topbaran : 4 mirin 12 birîndar
Li Helebê topbaran : 4 mirin 12 birîndar
Li Helebê topbaran : 4 mirin 12 birîndar
Di topbarana îro ya li hemberî Taxa Şêxmeqsûd, Xerbî û Şerqî de 2 ji wan zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest da 12 kes jî birîndar bûn. Ji ber topbaranê bi sedan kes koç dikin. Di pevçûn û topbaranên 3 rojan de 6 ji wan zarok 14 kes mirin û 72 kes jî birîndar bûn.
Di pevçûnên li Cisrê Ewarib a li destpêka Taxa Şêxmeqsûd ku piraniya wan Kurdin di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de derketin û topbarana tê kirin de dîsa sivîlan zirar dît. Di pevçûn û tobaranên ku hîn didomin de heta niha 2 ji wan zarok 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek avahî hilweşiyan û bi sedan kes jî ji taxê koç dikin.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Ranya Hemo ya 37 salî û ji gundê Terneda, Merwan Mehemed Ebdo ya 4 salî û ji gundê Keferdalî, Mehemed Cadir Nûrî yê 25 salî û ji gundê Girzîlê, Nûrî Cabir ê 9 mehî û ji gundê Girzîlê.
Navên welatiyên birîndar bûne jî wiha ne: Lokman Salih (33) ê ji gundê Kotono, Mistefa Mehemed (31) ji gundê Keferşîlê, Mistefa Hemo (35) ê ji gundê Xaltan, Ehmed Mehemed Ebdo (8) ê ji gundê Keferdalî, Îmad Sêvxan (45) ê ji Kobanê, Ebdullah Mehemed Ebdo (7) ê ji gundê Keferdalî, Alan Çawiş (25), Şeban Şêx Hedîd (50) ê ji Bilbilê, Ayşa Ehmed (25) a ji gundê Kokono, Hîba Beklaro (8) a ji gundê Qermîlik, Îbrahîm El Cindî (17) ê ji gundê Mearet El Ertîq, Ehmet El Hesen (30) ê ji Kerem El Cebel,
Pevçûn û topbaran didome. Li aliyê din koçberiya bi sedan welatiyan a ber bi Efrîn û Kobanê ve didome.
Li aliyê din ciwanê ereb ê bi navê Ebdurrehman Hafiz ê ji bajarokê Merea ye, li Şêxmeqsûd Xerbî duh êvarê di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hafiz li Nexweşxaneya El Camîa tê girtin.
HEJMARA MIRIYAN DERKET 14’AN
Di 29’ê Adarê de, piştî ku hinek komên çekdar ketin Taxa Şêxmeqsûd, di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di van pevçûnên ku 2 rojan dom kiribû de hêzên rejîmê Şêxmeqsûd topbaran kiribû. Di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bibûn. Bi topbarana îro re jî hejmara miriyan derket 14 kesan. Di navbera welatiyên jiyana xwe ji dest dane 6 zarok hene. Her wiha hejmara birîndaran jî derket 72’yan.