Li Helebê şer didome
Li Helebê şer didome
Li Helebê şer didome
Li bajarokê Neqarîn û taxa Bustan Başa ên Helebê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer û pevçûn derketin. Her wiha gelek herêmên Helebê rastî bombebaran û topbaranê hatin. Di encama şer û pevçûnan de li Helebê gelek kes ku sivîl jî di nav de hebûn hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li bajarokê Neqarîn ê Heleb şevê din di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê de şer û pevçûn derketin. Hate gotin ku di heman demê de hêzên rêjîmê herêm topbaran û bombebaran kirin. Hate hînbûn ku di encama topbaran û bombebaranê de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûn. Çavkaniyan destnîşan kir ku piraniya kuştiyan çekdarên opozisyonê bûn. Çavkaniyan anîn ziman ku şevê din li taxa Bustan Başa ya Helebê jî di navbera hêzên Rêjîmê û komên çekdar şer derketiye. Hate gotin ku di heman demê de hêzên rêjîmê tax bi tang û hawanan topbaran kir. Çavkaniyan ragihandin ku di encama topbaranê de gelek kuştî û birîndar çêbûne. Hate hînbûn ku di nava kuştiyan de kesên sivîl jî hebûn. Her wiha gelek ziyana madî li derdora Dêra Dêrwartan çêbûye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku taxên Cemîliyê, Silêmaniyê û Meydan ên di bin destê rêjîmê de rastî topbarana çekdarên opozisyonê hatin. Hate gotin ku di encama topbaranê de 6 sivîlan jiyana xwe jidest dane, her wiha herî kêm 15 sivîl birîndar bûne.
Li aliyê din balafirên rêjîmê taxa Heyderiyê topbaran kir. Hate destnîşan kirin ku topbarana herî dijwar li nêzî çerxeriya Heyderiyê pêk hat û di encamê de hin welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne. Îro di saetên sibê de jî balafirên rêjîmê jî taxa Saxûr bombebaran kir. Hate gotin ku di encamê de hin sivîl birîndar bûne û gelek ziyana madî çêbû.
Herêma derdora Nexweşxaneya Kindî ya Helebê jî rastî bombebarana balafirên rêjîmê hat. Hate gotin ku di encamê de ziyanek madî ya mezin li derdorê çêbû ye. Der barê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.
Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên rêjîmê bajarokê Etarib ku li rojavayê Helebê dikeve topbaran kir. Hate gotin ku di encama bombebaranê de bi dehan kuştî çêbûn. Hate gotin ku di nava kuştiyan de hin sivîl jî hebûn. Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku balafirên rêjîmê bajarokê Mayîr ê li bakurê Helebê bombebaran kirin. Hate hînbûn ku di bombebaran li vî bajarî gelek sivîlan jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne. Her wiha hin endamên komên çekdar jî hatin kuştin. Li bajarokê Endan ê Helebê jî şer û pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan derket. Der barê kuştiyan de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.