Li Helebê Pevçûn didomin

Li Helebê Pevçûn didomin

 Şer û pevçûn li Helebê û derdora wê didomin. Hate ragihandin ku balafirên rêjîmê gelek taxên bajêr bombebaran kirine û di encamê de gelek welatiyên sivîl hatin kuştin, gelek jî birîndar bûne. Hate gotin ku di pevçûnên li derdora girtîgeha Muslimiyê de agir bi girtîgehê ketiye û gelek girtî hatin kuştin.

Balafirên rêjîmê duh bi çekên giran taxên Mesakên Henano, El-Eezemiyê, El-Zubdiyê, Heyderiyê, Meşhed, Sêfedewlê û Ensarî gulebaran kirin. Di encamê de jinek hate kuştin û gelek ziyanên madî derketin holê.

Li taxên Îzaa û Bustan El-Qesir jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûn derketin û li gorî agahiyan gelek kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Li kolana Îskenderûn a taxa Cemîliyê jî di encama topeke hawanê de jinek û zarokek jî di nav de  7 welatiyên sivîl hatin kuştin û 15 kesên jî birîndar bûn.

Li aliyê din li gorî agahiyên bi dest ketîne, li derdora girtîgeha Muslimiyê şer û pevçûnên dijwar qewimîne, ji ber van pevçûnan agir bi girtîgehê ketiye û di encamê de 15 ji wan zarok bi giştî 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Hate gotin ku 12 girtiyên din jî ji ber serma û nexweşiyan mirine.

Di vê navberê de 8 girtiyên ku dema mehkûmiyeta xwe bi dawî bûye, bi hevkariya Heyva Sor a Sûriyê serbest hatin berdan.

Hate ragihandin ku li bakur û rojhilatê bajarê Helebê jî helîkopterên rêjîmê bajarokên Mayêr, Hirêtan, Enedan, Heyan û bajaroka El-Bab gulebaran kirine û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li herêma Til El-Şêx Yûsif ya li rojhilatê bajarê Helebê jî duh di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûn derketine.