Li Helebê di 2 hefteyan de 517 kes mirin!

Li Helebê di 2 hefteyan de 517 kes mirin!

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye û ji bo medya Rojavayî der heqê pevçûnên li Sûriyeyê de referansa bingehîn e, di êrîşên hewayî yên artêşa Sûriyeyê yên li hemberî Helebê de di nava du hefteyan de herî kêm 517 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Saziya Çavdêriyê ragihand ku li Helebê di nava kesên li 'herêmên serhildêran' jiyana xwe ji dest dane de 151 zarok, 46 jin, 34 'serhildêr' û 12 endamên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê hene. Di nûçeya çapemeniya rojavayî ya xwe dispêre saziya çavdêriyê de, der heqê 274 kesên jiyana xwe ji dest dane de agahî nehat dayîn ka sivîl in, şervan in an leşkerên ser bi rejîma Esad in. 

Saziya Çavdêriyê diyar kir ku civaka navneteweyî ya li pêşberî van êrîşan bêdeng e "hevkarê sûc e" û destnîşan kir ku ev bêdengî rê li ber dewamiya êrîşên li hemberî jin, zarok û temendirêjan vedike.

Gelek dewletên rojavayî û rêxistên mafên mirovan ên navneteweyî êrîşên li Helebê şermezar kirin. Rejîma Sûriyeyê jî da zanîn ku komên çekdar ên weke "terorîst" bi nav dike, li qadên sivîlan bicih bûne.

Heleb ku yek ji eniyên bingehîn ên pevçûnan e, ji havîna 2012'an û vir ve di navbera rejîmê û komên çekdar re bûye du parçe. Saziya Çavdêriyê ragihand ku rejîma Sûriye hewl dide bikeve taxên li rojhilatê bajêr ku komên çekdar lê hene.