Li Helebê di 12 saetan de 24 top li taxa Kurdan ket

Li Helebê di 12 saetan de 24 top li taxa Kurdan ket

Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di nava a12 saetên derbasbûyî de 24 top li Taxa Şêxmeqsûd Merûf ku piraniya şêniyên wê kurdin, ketin. Di encama topbarana ku ziyana madî çêbû de, birîndar jî hene.

Di saetên resê sibehê de 20 topên ku nayê zanîn ji kîjan alî hatin avêtin li Taxa Şêxmeqsûd Merûf ketin. Li gorî agahiyan topên hatine avêtin li nêzî xeta tirênê ketin û bûn sedema ziyana madî. Çar topên din jî di saetên sibehê de li ber buroya dixtorê bi navê Rustem Heso ketin.

Hate ragihadin ku di encama vê topbaranê kesên birîndar bûne hene û ziyana madî çêbûye. Duh jî 4 top li Taxa Êşê ketibûn.

Li aliyê din tevî hemû zehmetiyan jî, YPG rêbendên xwe yên kontrolê xurt dike û  gelê kurd jî li Taxa Şêxmeqsûd Newrozê li kolanan pîroz dike.