Li Helebê bîlançoya 24 saetan: 40 sivîl hatin kuştin

Li Helebê bîlançoya 24 saetan: 40 sivîl hatin kuştin

Li gelek taxên bajarê Helebê û derdorê wê pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de bi dijwarî dom dikin. Hate ragihadin ku di pevçûnên duh û îro de 40 welatiyên sivîl hatin kuştin û gelekî jî birîndar bûne. Her wiha ji herdu aliyan jî gelek kes hatin kuştin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan di 2 hefteyan de li bajêr 517 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Helebê îro di saetên sibehê de li taxa Miyeser di bombebarana balafirên rêjîmê de 4 zarok û 4 jin bi giştî 14 welatî hatin kuştin. Her wiha li taxên Îzaa û Sukerî gelek welatiyên din hatin kuştin.

Li aliyê din çekdarên opozîsyonê taxa Xalidiyê, Cemîliyê, Muhafeza, El-Zibdiyê û Meşarqa topbaran kirin. Her wiha avahiya ewlekariya leşkerî ya taxa Heleba Nû (Heleb El-Cedîdê) hate topbarankirin. Hate gotin ku di encamê de gelek leşkerên rêjîmê hatin kuştin. Her wiha di xaniyên li derdorê de gelek welatî hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li bakurê bajarê Helebê jî li bajarokê Ezazê, bajarokê Heyanê û gundê Şêx Îsa di encama bombebarana balafirên hêzên rêjîmê de welatiyekî sivîl hate kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li bajarokê El-Bab yê li rojhilatê bajarê Helebê jî balafirên rêjîmê bermîlekî bombeyî bi ser sûka sebzeyan de berda. Di encamê de 4 zarok, 2 jin bi giştî 25 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Her wiha ziyana madî di nexweşxaneya nêzî sûkê de çêbû. Hate ragihadin ku rewşa hinek birîndaran giran e û metirsiya zêdebûna miriyan heye.

Hate ragihandin ku li rojavayê bajarê Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûn derketine. Her wiha gelek top li bajarokê El-Raşîdîn ketine.

Li derdora girtîgeha Muslimiyê jî di encama bombebarana balafirên rêjîmê de gelek çekdarên opozîsyonê ku ev 9 meh in girtîgeh dorpêç kirine, hatin kuştin.

LI HELEBÊ DI 2 HEFTEYAN DE 517 KES MIRIN

Di vê navber ê de li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye û ji bo medya Rojavayî der heqê pevçûnên li Sûriyeyê de referansa bingehîn e, di êrîşên hewayî yên artêşa Sûriyeyê yên li hemberî Helebê de di nava du hefteyan de herî kêm 517 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Saziya Çavdêriyê ragihand ku li Helebê di nava kesên li 'herêmên serhildêran' jiyana xwe ji dest dane de 151 zarok, 46 jin, 34 'serhildêr' û 12 endamên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê hene. 

Di nûçeya çapemeniya rojavayî ya xwe dispêre saziya çavdêriyê de, der heqê 274 kesên jiyana xwe ji dest dane de agahî nehat dayîn ka sivîl in, şervan in an leşkerên ser bi rejîma Esad in.