Li Helebê alîkarî hate belavkirin

Li Helebê alîkarî hate belavkirin

Li Helebê Saziya Malbatên Şehîdan alîkariyên gihiştibûn wan li “malbatên şehîdan” ên xizan belav kirin.

Heyva Sor a Kurd û Şaxê Helebê yê Yekîtiya Karsazên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya Newrozê, beşek ji alîkariyên ku hatibûn bajêr dan Saziya Malbatên Şehîdan a Helebê. Saziya Malbatên Şehîdan jî alîkariyên ku ji şîrê zarokan û cilan pêk dihatin li “malbatên şehîdan” ên xizan belav kirin.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebd Henan Şêxo spasiya Heyva Sor a Kurd û Yekîtiya Karsazan kir.

Endamê Yekîtiya Karsazên Rojavayê Kurdistanê Mihemed Kokanî jî bang li hemû karsaz û dewlemendan kir ku alîkariya xizanan bikin.