Li Helebê 8 êrîşkar hatin kuştin

Li Helebê 8 êrîşkar hatin kuştin

Hate hînbûn ku di pevçûnên duh êvarê li taxên Seken Şebabî û Eşrefiyê 8 endamên komên çekdar hatine kuştin. Li aliyê din di encama topbarana komên çekdar ên li ser taxên kurdan yek jê jin, 2 sivîlan jiyana xwe jidest dan û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên bi destxistine şevê din saet di 22.30’an de komên çekdar ên bi ser Artêşa Azad ve ji aliyê taxa Seken Şebabî û ji derdora nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê êrîşê pêk anîn. Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn heta saet 03.00’an dom kir. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 8 endamên komên çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî hatine birîndarkirin.

Li aliyê din komên çekdar ku li berxwedana şervanên kurd nikarin têkevin taxên kurdan, bi tang û topên hawanan taxên kurdan topbaran dikin. Hate zanîn ku di topbarana şevê din de  welatiyê bi navê Miheme Arif Murda(40) yê ji gundê Xirbet Şera ya Efrînê ye û jinek ku du canî bû jiyana xwe jidest dane. Her wiha welatiyên bi navê Merwan Ekaş û Rehîd Heder Ismet birîndar bûne.

Li taxa Seken Şebanî û Eşrefiyê cih bi cih pevçûn dedomin.