Li Heleb û Qamişloyê êrîşên li dijî Kurdan-Tariq Hemo

Li Heleb û Qamişloyê êrîşên li dijî Kurdan-Tariq Hemo

Rejîma Beşar Esad dixwaze ji Kurdên Rojava re îsbat bike ku ew hîna li ser piyaye û dikare destkeftiyên gelê Rojava têk bibe. Ev yek di hefteya derbasbûyî de li Heleb û Qamişlo derket holê. Li Helebê hêzên rejîmê êrîş birin ser taxên Kurdan û li dijî YPG çalakî lidarxistin. Bi belafir û hawenan taxa Şêxmeqsûd a Kurdan bombebaran kir û di encamên de bi dehan mirovên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin. Şervanên YPG bersev dan û gelek eskerên rejîmê kuştin.

Li Qamişlo jî rejîma Esad xwest 'ava Kurdan qam bike' û êrîş bir ser noqteyek kontrolê û 3 şervanên Kurdan kuştin. Bersiv dîsa derneg nema. Hêzên YPG'ê û bi sedan ciwanên welatparêz seferber bûn. Çalakiya bersevdayinê bi hêz bû. Nuqteyek eskerî ya artêşa Esad hate ruxandin û di encamê de 7 esker hatin kuştin. Li gorî agahiyan niha hêzên rejîmê tenê li derdora Belafirgeha Qamişloyê bi cih bûne. Bakurê bajêr hemû di bin kontrola YPG'ê de ye. Ji Qamişlo heta bi Dêrikê, bi qasî 100 km tevî ketiye bin desthilatdariya YPG û hebûna hêzên rejîma Esad qet nemaye.

Rejîma Esad dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan têk bibe. Ew Kurdan wek hêzek serbixwe û xwedî îrade qebûl nake. Dixwaze hêviyên wan bikşkîne û hêza wan a parastinê bê bandor bike.

Li Helebê êrîşên mezin lidarxist û niha Qamişlo kiriye hedefa xwe. Rejîma Esad hebûna Kurdan wek aktorekî sereke li Sûriyeyê qebûl nake. Bi taybetî piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a çareseriyê, rejîma Esad tengavtir bû. Ew naxwaze li tu beşên Kurdistanê çareserî pêk were. Ew dizane ku eger Kurdên Bakur bibin xwedî statu wê Kurdên Rojava xurtir bibin. Jixwe beriya demekê Beşar Esad ji hin nûnerên CHP'ê re gotibû: Bakurê Sûriyeyê ketiye destê PKK'ê û ne dûre li wan hereman dewletek Kurd bê damezrandin.

Di van her 2 salên dawî de Kurdên Rojava dikarîbûn xwe baş bi rêxistin bikin. Heremên xwe îdare kirin û dikarîbûn hêzek eskerî ava bikin ku niha bûye 3'emîn hêza xurt li tevahiya Sûriyeyê. Hêza YPG piştî hêza rejîmê û ya muxalefetê, hêza 3'emîne. Ev yek li xweşiya Esad neçû. Niha ew dixwaze vê hêzê têk bibe.

Bi riya hin eşîrên Ereb, rejîma Esad dixwaze herema Qamişloyê bike qada şerekî etenîkî. Ew ji Ereban re dibêje: Kurd dê Kurdistanek serbixwe ava bikin û Ereban derbider bikin! Pîlana rejîma Esad dursitkirina tevliheviyek mezine û serobinkirina tevahiya heremê ye.

Divê hêzên Kurd hemû li dijî vê pîlanê derbikevin. Ew hêzên ku PYD bi têkilya bi rejîma Esad re tewanbar dikirin, dikarin niha li dijî vê rejîmê derkevin û helwesta xwe diyar bikin.

Îro dema yekîtî û rawestana li dijî êrîşên rejîma Esad e.

*Yenî Ozgur Polîtîka