Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li heft bajaran terora polîsan: 48 kes hatin destgîrkirin- NÛ BÛ

Polîsên Tirk li heft bajaran avête ser HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl, bi kêmanî 48 kes destgîr kirin. Di nav 24 setan de 92 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan berê sibehê bi ser malan de girt. Li Enqereyê endam û rêveberên HDP, ÎHD, sendîkaya SES'ê bûn hedefa operasyonên qirkirina siyasî. Di serdegirtinan de 11 kes hatin destgîrkirin.

Kesên li Enqereyê hatin destgîrkirin: Hevserokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat, rêveberên SES'ê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bereket Kar, endamê HDP'ê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattîn Karli, Kemal Akalain, Berfûm Çolak û Ziya Cebecî.

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî di serdegirtinê de hate destgîrkirin.

Nûçegihanê ajansa nûçeyan a DÎHA'yê ya bi biryarnameyê hate girtin Haci Yûsûf Topaloglû li navçeya Kahta ya Semsûrê bû hedefa polîsên Tirk. Topaloglû hate destgîrkirin. Hate ragihandin ku polîsên Tirk di dema destgîrkirinê de çek daniye serê Topaloglû.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê li taxa Şirnakê di serdegirtina malan de Îrfan Erdem ku bavê du zarokane hate destgîrkirin.

Li Amedê jî di serdegirtina malan de Alîkarê Hevserokên HDP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç û endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci ya HDP'î hate destgîrkirin.

Li navçeya Kercewsê ya Êlihê ji nûnerên KCD'ê yên Kercewsê Mehmet Yildirim hate destgîrkirin.

LI ÊLIHÊ 25 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Li Êlih navend û navçeyên wê bi kêmanî 25 kes hatin destgîrkirin. Ên ku hatin destgîrkirin: Şukru Baytar, Dayika Aştiyê Nurhan Seçkîn,  Mahfûz Akgul, Elîf Koyuncu, Adil Erîn, Mehmet Salih Turmuş, Mustafa Erol, Seyîthan Tatar, Murat Tekîn, Fatma Kapaligoz, Yaşar Kirca, Ilyas Tiryakî, Halîme Çetînkaya, Ezel Aydin, Derya Arslan, Seyfettîn Demîrkiliç, Cengîz Firat, Guler Turhan, Zozan Adli û Rozerîn Koyuncu.

LI AGIRÎ 4 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li navenda Agiriyê û Baziyê jî rêveberê bajêr ê HDP'ê Kazim Aslan, rêveberên navçeya Baziyê yên HDP'ê Farûk Sevkan û Okan Sekirden hatin destgîrkirin. Serokê Tarim Orkam-Senê yê Agiriyê Hanîfî Demîr jî li Agiriyê hate destgîrkirin.