Li Hatayê lehî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Hatayê lehî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Hatayê lehî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Dortyola Hatayê ji ber lehiyê 6 mal hilweşiyan û di encam de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Afet û Lezgîn a Serokwezîrtiyê (AFAD)’ê, li Zozana Gocek a navçeya Dortyola Hatayê ji ber barana zêde lehî derket û li gorî lêkolînên destpêkê di encama hilweşîna 6 malan de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.
Hat aşkera kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, Dapîra bi navê Fatma Ustunel, neviyên wê Nîdanûr Ertunç (8) û Nîsanûr Ertunç (9), Okkeş Morca û Muammer Arîf Canbolat in.
AFAD her wiha ragihand ku ji ber îhtîmala ku hin kesên wendahî hebin, 2 helîkopter çûne herêmê û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.