Li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin
Piştî hewldana darbeyê li ser banga Erdogan ku got, “dakevin kolanan”, ji hinek komên daketin kolanan li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin. Li bajar hewldanên provekirinê dewam dike.
Piştî hewldana darbeyê li ser banga Erdogan ku got, “dakevin kolanan”, ji hinek komên daketin kolanan li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin. Li bajar hewldanên provekirinê dewam dike.
Piştî hewldana darbeyê li ser banga Erdogan ku got, “dakevin kolanan”, ji hinek komên daketin kolanan li Hatayê êrîşî Elewiyan kirin. Li bajar hewldanên provekirinê dewam dike.Komên êrîşkar, alên El Nûsra û nîşaneyên rêxistinê mîna wê li ser tîşortên xwe kirine.
Piştî hewldana darbeyê, li ser banga Erdogan ji hinek komên daketin kolanan li navçeya Antakyaya Hatayê êrîşî Elewiyan kirin. Komên nîjadperest li Bûlvara Kopru Baş a ku herî qelebalix a Antakyayê kom bûn li taxên Ekincî, Armûtlû, Kişlasaray, Sumerler, Odabaşi, Çekmece, Elektirîklî, Kuçukdalyan, Maaşûklû, Tûrûnçlû, Aşagiokçûlar,Sûbaşi, Gultepe, Gazî, Dîkmence, Karaali û Affan ên ku piranî Erebên Elewî lê dijîn bi sirûd û dirûşmeyan bi konvoyekî ya wesayîtan di nava hewldanên provekirinê de ne.
Kesên ku koma nîjadperest bi rê ve jî dibin kesên selefî û rih dirêj in, ev koma nijadperest ber bi taxên Elewiyan ve diçin û hewl didin ku provakatortiyê bikin. Ev kom bi taybet jimara wan ne zêdeyî 40-50 kesan in ji dirûşmeyan bigire heta cihê meş lê biqedin jî, hat dîtin ku her tişt organîze kirî ne, tê îdîakirin ku ev kes bi çek in jî. Dîsa di destên komên nîjadperest de alên El Nûsra hene, ev jî nîşan dide ku xeteriya li kolanan gihiştiye çi astê.
Elewiyan li hember van hewldanên provekatoriyê û êrîşên li hember wan ketine erka xweparastinê, li taxan dest bi nobedê kirine.