Li Hatayê çalakiya protestoyê: 'Ji bo serokatiyê' tên binçavkirin
Li Hatayê operasyonên qirkirinên siyasî hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku ji ber wê di referandûmê de 'Na' bikar bînin ev operasyonên tên kirin.
Li Hatayê operasyonên qirkirinên siyasî hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku ji ber wê di referandûmê de 'Na' bikar bînin ev operasyonên tên kirin.
Li navçeyên Îskenderûn û Samandag a Hatayê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP, SYKP, SODAP, İHD, EMEP, Egitim Sen ku 37 kesan hatin binçavkirin, ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ve hat protestokirin.
Li avahiya HDP'ê ya Îskenderûnê bi dehan kes û li Parka Abdullah Comert ya Samandag a Hatayê jî bi sedan kes meşiyan û binçavkirin protestokirin.
Beriya daxuyaniya çapemeniyê polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî park dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan çalakvan heta avahiya Egtîm Senê meşiyan û dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' qîr kirin. Piştî meşê Parêzer Çetîn Sakalli daxuyaniyek da.
Parêzer Sakalli diyar kir ku ev operasyon ji ber sîstema 'Serokatiyê' tên lidarxistin û wiha got: "Di referandûmê de ku wê meha Nîsanê bê lidarxistin em ê dengê 'Na' bi kar bînin. Ev dengdan ne meşrû ye. Mirovan binçav dikin û digirin. Em vê yekê qet qebûl nakin.