Li Hatay û Rihayê 2 kes hatin destgîrkirin

Li Hatay û Rihayê di operasyonên qirkirina siyasî de 2 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û mûxalîfan didomîne.

Li navçeya Skenderûn a Hatayê, polîsên Tirk vê sibehê avêtin ser malekê û kesê bi navê Mervan Ala destgîr kirin. Tê gotin ku Ala ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatiye destgîrkirin. Mervan Ala birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Skenderûnê.

Li Rihayê, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Eyyubiyeyê Omer Bozdal danê sibehê li mala xwe hate destgîrkirin. Ji bo destgîrkirina Bozdal jî parvekirinên li medya civakî were hincet hatin nîşandan.