Li bajarê Elmanya Hannoverê xebatên hilbijartinê dewam dikin. Ji berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê Guneş der barê planên xwe yên xebatê de agahî da û diyar kir ku ew ê di 18'ê Nîsanê de bi beşdariya namzetên HDP'ê şevekê lidar bixin.
Ji Berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê ya Herêma Hannoverê Naîl Guneş bi daxuyaniyeke çapemeniyê re der barê xebatên xwe yên hilbijartinê de agahî da.
BI ZÊDEYÎ 15 HEZAR HILBIJÊRÎ RE TÊKILÎ HAT DANÎN
Guneş ragihand ku hejmara hilbijêrên bi fermî yên bi Serkonsolosiya Hannoverê ve girêdayî ne bi qasî 180 hezar in, lê belê li herêma wan Hannover û derdora wê bi qasî 35 hezar hilbijêr hene û anî ziman ku hejmara hilbijêrên heta 27'ê Adarê qeyda wan hat kirin 4 hezar 978 kes e. Guneş diyar kir ku wan heta niha xwe gihandine 15 hezar 244 hilbijêran û da zanîn ku ew vê xebatê li 8 herêman bi 241 kesî re dimeşînin.
Guneş diyar kir ku koordînasyon ji Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Elmanyayê (ATÎF), Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF), Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) Meclîsa Penaberên Ewropayê, Federasyona Komeleyên Êzidiyan û kesayetên serbixwe pêk tê û destnîşan kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de coşa girseyê di asta herî bilind de ye.
JI NIHA Û PÊ VE WÊ ÇI WERIN KIRIN?
Guneş der barê plansaziya xwe ya ji niha û pê ve jî ev agahî da:
"Ji bo şeva HDP'ê ya 18'ê Nîsanê ya li Hannoverê, amadekarî hatine kirin. Weke mêvan wê namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, namzetê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan û endamê Komîteya Navendî ya Federasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê Ozkan Lafatan amade bin.
Li hemû qadan wê standên rojane bên vekirin, li herêm û semtan wê panel û semîner werin lidarxistin, 10 hezar belavokên navenda HDP'ê wê di destpêkê de werin belavkirin, li hemû qadan xebatên afîşkirinê bên meşandin, muşahîtên sindoqan bên tespîtkirin û ji bo hilbijêr bi hêsanî biçin ser sindoqan plansaziya wesayîtan were çêkirin."