Li Hamburgê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê civîna çapemeniyê

Li Hamburgê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê civîna çapemeniyê

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê têkildarî êrîşa ku roja Duşemê ji aliyê alîgirên çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî Kurdan pêk hat, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Civîna çapemeniyê ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Hamburgê ve li Navenda Civaka Demokratîk hate lidarxistin. Civîn ji aliyê çapemeniyê ve hate şopandin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk hiqûqnas Yavuz Fersoglu axivî û diyar kir ku li Kobanê û Bakurê Kurdistanê êrîşên li ser Kurdan berdewam dikin û xwest ku êrîşên li roja Sêşemê li Hamburgê li dijî Kurdan pêk hatin bên ronîkirin. Fersoglu helwesta polîsên Elman rexne kir û diyar kir ku ji ber bêçaretiya polîsan, wan bi xwe xwe parastine.

Fersoglu destnîşan kir ku ev pevçûn di nûçeyan de weke “Pevçûna di navbera Kurdan û Misilmanan de” hate ragihandin û nûçeyên bi vî awayî rexne kir.

Fersoglu ragihand ku alîgirên DAIŞ’ê di malpera xwe ya medyaya civakî de nûçeya bi awayê “Kurdan li ber mizgeftê jinek dan ber kêran” belav kirine û got ku ev nûçe ne rast e, bi temamî provokasyon e. Fersoglu bal kişand ser rewşa Kobanê û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî Kobanê bêdeng nemînin.

Ji hevparên Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Hamburgê parêzer Mahmut Erdem jî li ser navê Elewiyan axivî û ji hukûmeta Elman xwest ku li hemberî bûyerên wiha û êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kurdan bi awayekî baldar tevbigere.

VÊ HEFTEYÊ LI HAMBURGÊ ÇI QEWIMÎBÛ?

Pevçûnên di navbera Kurdan û alîgirên DAIŞ’ê de êvara roja Duşemê destpê kir û heta êvara Sêşemê bi dijwarî berdewam kirin. Piştî çalakiya Kurdan a li stasyona navendî ya bajarê ku roja Duşemê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re hate lidarxistin, komek alîgirên DAIŞ’ê hatin xwestin bikevin hundirê avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.

Kurdistaniyan bersiv da êrîşa alîgirên çeteyên DAIŞ’ê ya bi kêr, çek û daran. Alîgirên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û ketin hundirê mizgeftekê. Her çendî li gel destpêkirina bûyeran agahî dan polîsan, lê polîs 45 deqe dereng hatin. Saet di 23:00 de jî nêzî 60 alîgirên DAIŞ’ê li ber çavên polîsên Elman li hev kom bûn û bi dar, satore û kêran êrîşî Kurdan kirin. Kurdan careke din bersiv da êrîşê û careke din reviyan. Di pevçûnan de 14 kes birîndar bûn.

Roja Çarşemê polîsên Hamburgê bi hevkariya LKA, nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Hamburgê, Hamburg Şura, Mizgefta Al Noor û Parlamenterên Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr û Christiane Schneider maseyeke krîzê danîn. Di civîna yekemîn de hate xwestin ku bi hev re li dijî alîgirên çeteyên DAIŞ’ê tevbigerin.