Li Hamburgê provokasyona DAIŞ'ê
Li Hamburgê provokasyona DAIŞ'ê
Li Hamburgê provokasyona DAIŞ'ê
Weke her Çarşemê, vê Çarşemê jî li Hamburgê çalakiya ku bi boneya bîranîna sê jinên Kurd ên ku li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, jî hate lidarxistin. Di çalakiya vê Çarşemê pêk hat de, hin kesên ku hat îdîakirin alîgirên DAIŞ'ê ne xwestin provokasyonê pêk bînin.
Îro saet di 17.00 de, li semta Altona ya bajarê Hamburg a Elmanyayê, piştî mitînga bi armanca bîranîna sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên ku 9'ê Çileya 2013'ê, li Parîsê hatibûn qetilkirin, çalakiyek hate lidarxistin. Di daxuyaniya ku hate dayin de hate destnîşankirin ev komkujî bi destê servîsên îstîxbaratî yên Tirk pêk hatiye û hat bibîrxistin ku Tirkiye îro jî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê.
Piştî axaftinên hatin kirin, şanoya ji aliyê ciwanên Kurd, Elman û Tirk ve hate nîşandan li rastî eleqeyeke xurt hat. Di şanoyê de bal kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kurdan. Di dema nîşandana şanoyê de, hin kesên ku hat îdîakirin ku alîgirên DAIŞ'ê ne xwestin çalakiyê provoke bikin.
Gelek polîs hatin cihê bûyerê û derdora çalakgeran girtin. Du parêzerên ku bûn şahidên provokasyonê îfade dan polîsan û polîsan agahiyên nasnameya kesên tê gotin ku alîgirên DAIŞ'ê ne, girtin.
Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn pêk hat de, bang li her kesî hate kirin ku beşdarî çalakiya ku wê roja Pênçşemê saet di 11.00 de li ber avahiya Konsolosxaneya DYA'Yê pêk bê, bibin.