Li Hamburgê li hember penaberan pêkutiyên xerab
Li Hamburgê li hember penaberan pêkutiyên xerab
Li Hamburgê li hember penaberan pêkutiyên xerab
Li Elmanyayê piştî skandala penaberan a li Eyaleta Bakur Ren Vestfalya ji bo cihê penaberan a li Hamburg jî heman îdîa hatin gotin.
Gelek penaberên li yurda penaberan a li Hamburg dijîn diyar kirin ku du polîsan û wezîfedarên ewlekariyê pêkutiyên xerab li hember wan dikin. Di bernameya Hamburg Jornal a di televîzyona NDR de penaberan diyar kirin ku wezîfedarên ewlekariyê li wan didin, wan di erdê re kaş dikin û pêl wan dikin.
Li ser agahiyan berdevkê polîsan ê Hamburg diyar kir ku tavilê lêpirsîn dane destpêkirin. Lê belê raya giştî ya demokratîk der barê ku wê lêpirsîn bi tenduristî bê pêşxistin de gumanbar in. Lewma dixwazin lêpirsîn ji aliyê heyeteke serbixwe ve bê meşandin.