Li Hamburgê du çalakî
Li Hamburgê du çalakî
Li Hamburgê du çalakî
Li bajarê Hamburg ê Elmanya bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re îro du meş hatin lidarxistin. Di meşa li bajaroka Wînsen a saet 14.00’an de ji hezarî zêdetir Kurdistanî beşdar bûn, danê êvarî jî di çalakiya korsan a li Sternschanze jî nêzî hezar kesî meşiyan.
Meşa li Wînsen bi awayekî bi coş bi dirûşm û çepikan dewam kir. Girseyê dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê –YPG – YPJ” û “Bijî Serok Apo” gotin. Şaredarê Wînsen Andre Wîese jî piştgirî da meşê.
Çalakiya korsan a danê êvarî li ber Navenda Çandê ya Rote Flora destpê kir. mîtîng bi beşdariya antîfaşîstên Elman, hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî û welatparêzên Kurd pêk hat. Mîtîng paşê bi dirûşmayan veguherî meşê.
Bi armanca piştgiriya bi siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê girtî çalakvan heta girtîgehê meşiyan. Girse beriya belav bibe der barê pêşveçûnên li Kobanê banga hestyariyê li her kesî kir.