BI DÎMEN

Li Hambûrgê ciwan ber bi Sefaretxaneya Tirk meşiyan

Li Hambûrgê di pêşengiya Ciwanên Azad de bi dirûşma, “Bêdenbûyin Pejirandin e! Em Dengê Xwe Bilind Bikin!” ve meş hat lidarxistin.

Bi hezaran kesên pêkanînên faşîst ên rejîma AKP’ê yên li ser Kurdistanê napejirînin ji pêşiya Hachmannplatz heta Sefaretxaneya TC meşiyan. Di dema çalakiyê de Parlamenterên Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer axivîn, banga li hikûmeta Elmanya û raya giştî kirin ku li hember wehşeta li ser Kurdistanê temaşevan nemînin.

Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniya li ser navê Ciwanên Azad de hat destnîşankirin ku ji Nisana 2015’an ve ji Ocalan agahî negirtin, ji aliyê ciwanên Kurdistanê nayê qebûlkirin, banga tevlîbûna çalakiyên hefteya pêş li Hambûrgê hat kirin.

Ji bo xwedîderketina berxwedanê Kurdistanê wê hin çalakî bên lidarxistin. Bernameyan çalakiyan wiha ye:

Roja Sêşemê saet 18.00’an di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn, wê li Hachmannplatzê çalakiya dengderxistinê û meş bê lidarxistin.

Roja Çarşemê saet 17.00’an di pêşengiya Ciwanên Azad de, wê li Altona mîtîngek bê lidarxistin.

Mîtîng di roja Pênçşemê di heman saetan de wê li Monckebergstrasse û roja Înê saet 14.00’an de jî li Haûptbahnhofê bidome.

...