Li Hambûrgê çalakiya ‘Dest Nede Deng, Wekîl û Îradeya Min’
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Dest Nede Deng, Wekîl û Îradeya Min!” li ber Sefîrxaneya TC’yê mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Dest Nede Deng, Wekîl û Îradeya Min!” li ber Sefîrxaneya TC’yê mîtîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Dest Nede Deng, Wekîl û Îradeya Min!” li ber Sefîrxaneya TC’yê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiya bi banga Hewldana HDK-A Hambûrgê pêk hat de gelek kes amade bûn.
Di axaftinên li ser navê Hewldana HDK-A Hambûrgê de bal hat kişandin ku hewl didin di serî de Kurd, tevahî beşên di HDP’ê de nûnertiyên xwe hene ji Meclîsê bavêjin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê rê nedin bi dehan wekîlên bi dengên bi mîlyonan kesî hatine Meclîsê bixin zîndanan, wê destûrê nedin ku parlamento bibe dûvikek Qesrê û ev hatin gotin: “Em nebin temaşekerên tinekirina bingehê aştiyê. Em rê nedin di bin banê Meclîsê de pêşiya pirsgirêka Kurd bê xetimandin. Em rê nedin derbeya Qesrê ya di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’. Em demildest dixwazin ku zextên li ser wekîl, rojnamevan, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û şaredariyên DBP’ê ku li dijî polîtîkayên şer ên Qesrê mûxalefetê dikin, ji holê bêne rakirin, hevşaredarên girtî demildest bên berdan û wezîfeyên wan bêne îadekirin. Em ne dîkteya yek zilam, şer, mirin, hêrs, kînê; em pirrengî, demokrasî û aştiyê dixwazin!”
Piştî axaftinên, dirûşmeyên “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.