Li Gurgumê şer: Herî kêm 2 leşker mirin
Hate ragihandin ku li herêma Çiyayê Engîzek a Gurgumê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Herê kêm efserekî pispor û cerdevanek hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li herêma Çiyayê Engîzek a Gurgumê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Herê kêm efserekî pispor û cerdevanek hatin kuştin.
Li gorî çapemeniya Tirk ragihandî, li herêma di navbera navçeya Ekînozu û Engîzek a Gurgumê li qada Çiyayê Engîzekê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker şer qewimî.
Artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya cerdevanan operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de şer derket û herî kêm efserekî pispor û cerdevanek hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di şer de birîndar jî hene. Lê belê di derbarê encama şer de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di derbarê şer de hêj HPG’ê agahî nedaye.