Li gundê Tizyan a Mêrdînê qedexe hate ragihandin

Piştî şerê li Mahsert û kuştina Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê û şûnde li gundê Tizyan ê li bejahiya Artûklûyê qedexeya derve hate ragihandin.

Di dema qedexeya li gundên Herêma Mehsertê dewam dike de, gundiyan anîn ziman ku dem bi dem dengên çekan tê bihîstin, lê nayê zanîn bê ka şer heye an ne. Gundiyan diyar kur ku hebûna leşkeran a li herêmê hê jî didome.

Li gel qedexeya li ser herêma Mehsertê Walîtiya Mêrdînê li gundekî yê li bejahiya navçeya Artûklûyê jî qedexe ragihand. Walîtiyê ragihand ku li gundê Tizyan ê girêdayî navçeya Artûklûyê qedexeya hatin û çûnê îlan kiriye.