Li gundê ku 4 kes hatibûn qetilkirin, 8 kes hatin binçavkirin
Li gundê navçeya Qereyazî ya Erziromê ku 4 kes lê hatibûn qetilkirin, 8 gundî hatin binçavkirin.
Li gundê navçeya Qereyazî ya Erziromê ku 4 kes lê hatibûn qetilkirin, 8 gundî hatin binçavkirin.
Duh serê sibê leşkeran bi ser gundê Reşayê Sebrî yê Qereyaziya Erziromê de girt û li gelek malan lêgerînan pêk anîn.Bi îdîaya li malekê endamên HPG’ê hene, mal şewitandin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Mala şewitandin piştre bi kepçeyê hilweşandin. 4 cenazeyên ji malê derxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.
LÊPIRSÎN Û BINÇAVKIRIN
Dorpêça li ser gund piştî 24 saetan rakirin. Li gund hêj şebekeyên telefon û ceyran hatiye qûtkirin. Piştî serdegirtina malan leşkeran welatiyên gund wek rêbazên salên 1990’an li ber Mala Şînê ya gund kom kir. Li vir her kesî darizandin. Ji welatiyan Yavuz Oran, Ekrem Oran, Haydar Oran, Mehmet Emîn Oran, Mensur Oran, Yildiz Oran, Nurettîn Durmaz û Nayîm Yilmaz binçav kirin. Nehat zanîn ku welatiyên binçavkirî birine ku derê.
DÎMENÊN MALA ŞEWITANDÎ KÊŞAN, PARVEKIRIN
Polîs û leşkerên tîmên taybet ên bi ser gund de girtin, dîmenên gulebarandin û şewitandina malê kişandin. Di dîmenên polîsan parve kir de tê îdiakirin ku her 4 kes înfaz kirine.